Pirsyar: We li vê dawiyê vekêşaneka serbazên Amerîka ji Afganistanê ragihand. Gelê Afgan divê bi çi awayî berê xwe bidin vê paşvekêşanê?
Serok: Di rastî de, ez hizir dikim ew îşaretin ku zêde kirina hêzan ku me nîv salekê berî niha cî bi cî kir, serketî bûye, û ew herwesa îşaretê dide ku çi qas em rijd in li ser radeskirina desthelatê. Li sala 2009'ê min ragihand em dê 30,000 serbzên bihnêrin wî welatî, û armanca me jî gelek zelal bû: em çûn ku baladestîya Taliban ku roj bo rojê kontrolek zêdetir li wî welatî berdest dikir, nehêlîn, û em çûn ku mifayê ji demî bistînin piştrast bikin em hêzên ewlekariya Afganî hîn bikin bi awayekê ku Afganiyan şiyan hebe welatê xwe bi xwe biparêzin. Me pêşveçûnek berçav kiriye di nav wî demê de, lewma tiştê em dibînin rahênan û hîn kirina 100,000 hêzên Afghanî ye, e herêmên wek Kandahar û Hêlmand hene ku ji Taliban hatine paqij kirin, ku civkaên wê derê dikarin pitir hest bi azadî û tenahiyê biken, û tiştê niha em dê bi rêbe bibin ewe heta dawiya sale 10,000 serbazan vegerînin, û 23,000 serbazên din jî heta dawiya payîza bihêt ji Afghanistanê bên vekêşan, bi wê çendê em dê vegerin ser hijmara serbazan ya berî zîde kirinê. Piştî hinê em dê berdewam bîn li ser radest kirina parastina tinahiyê li demekê de hêzên Afgan amade dibin, bi wê hêvyê ku heta sala 2014ê vekêşana serbazên amerîka temam bibe. Piştî sala 2014ê, herçend, em dixazîn piştrast biken me pêwendiyk mokim li gel xelk û hikûmeta Afghanistanê ava bikeyn. Me hemen hebûna leşkerî li wî welatî nabit , lê tiştê em hivî dikeyn ewe ku di warên aborî û pêşvebirinê de em berdewam bîn li ser kar kirinê bi gelê Afganistanê re her wek niha.
Pirsyar: Hun hizir dikin ev yek dê çi karîgeriyekê bike ser hevalbendiya NATO? Wek mînak, hun çawan piştrast dikin hevalbendên NATO bi xwe lezê nakin ji derçûna ji Afganistanê, yan ji wî welatî derkevin berî em wî karî bikin?
Serok: Di rastî de, me piştrast kiriye, me li nêzîk ve li gel hevalbendên NATO şivirdarî kiriye berî wê biryarê bideyn. Min bi berdewamî ew yek li gel Sekerterê Giştiyê NATO û hinek ji welatên serekî yên beşdar axiftiye, û ew hemî wê çendê dizanin. Me hêz zêde kirin, niha em diçin wan hêzan paşda vekêşin, lê serbaznên me yên pêştir li wê derê ku 68,000 serbazin dê mînin, heta dawiya sala bihêt jî, û em dê bikarîn dest bi radest kirinê bikin demê piştrast dibîn hêzên ewlekariya Afganî şîyana bersiv dana pêdiviyên tenahiya welatê xwe hene.
Pirsyar: Wek xuya ye, we biryara xwe li ser bingehê rewşê li meydanê de da. Hemu ew piroseya hizir lê kirinê bi çi avayî derbaz bû?
Serok: Di rastî de, tu dizanî ew têkelhevek bû ji bas û gotûbêjan li gel Ceneral Petraeus û û komanderên di meydanê de, ew herwesa şîretvanî ya bi hikûmeta Afganî re digre xwe. Yêk ji pirsên serekî ew ku oiştrast bikeyn hevsengiyek rast û durust ava biken, xelkê Afganî têbigehînin ku em dixazîn Afgansitanek xwedî serverî û tenah hebe, û em têdigehîn hindî berpisyaretiya Afghnaiyab hebe, ew qas her kes baştir dibe, lê piştrast dikin ku em hind lezê nakin Afganî carek din xwe jêr dest bibînin. Lê ji bîr neke ku niha Afganî hene her rojê şerî diken, Afganiyên ku bo welatê xwe û bo azadî û serbilindia xwe dimirin. Tişê em dixazîn ewe ku piştrast bikin em berdewam hevpişkek baş bin di wê prose de, lê em herwesa dixzîn îşaretê bidin xelkê Afganistanê ku ev welatê we ye, li dawiyê, hun dê neçar bin berpirsiyartiyan werbigrin.
Pirsyar: We bas kir ku hikûmeta Afganistanê, û Serok Karzaî bo gelek gazindan ji Amerîka û NATO dikin. Gelo hhn mandî bûne bi wan gotinan, û ew çi cure hevalbendek bûye?
Serok: Di rastî de, li ser yêk, Serok Karzaî, ez hizir dikem hemen qazancên stratijîk hene ku me heyî, ku hikûmetek Afghanistanê ya server û tenahe ku bikere çarenivîsa xwe diyar bike, û civaka navneteweyî bi giştî û Amerîka bi taybetî wek hevlabendek bi hêz dibîne ku dikarin piştgîriya xastikên Afghaniyan bikin. Wek xoya, diçe bibe kêşeyek di nav destûdarek zehmet de li cihekê ku me gelek serbazên biyanî hene di nav welatekê de. Rast e, hinek caran bûye taktîk û bermnameyên rojê hinek alozî şêkirine, lê li ser yêk berjewendiya wî ku piştrast bike Afganistan nebe penahgehek bo terorîstan, pêgîr bûne bi destûra bingehiya Afgansitanê. Pêgîrbûnên wî nîşandane hemen tiştin kuez wek qazancên Amerîka dibînim.
Pirsyar: Me sebaret hevalbendên Ewropî axivî, û her wek hun dizanin, hinek bêjariyek li hember wî şerî heye, mandî bûnek li ewropa. Gelo hun heman mandîbûnê li vir dibînin , û hun çi dikin bo serederî kirina li gel wê bêzariyê?
Serok: Bêy guman piştî nêzîkî 10 salên şerî li Afganistanê , ew hejamara kesên jiyana xwe ji dest dane û ew dirawê li wêderê hatiye xerc kirin dê bêzariyê li bal xelkê çêke. Peyama erênî û baş ewe ku em di rewşek bi hêz de parstina tenahîyê radest diken, li ber wê zêde kirina hêzan, li ber wê rastiyê ku me şiyaye baladestiya Taliban nehêlîn, li ber wan destkeftên ewlekatiyê û pêvçûnên me li gel hêzên parastina Afganî berdest kirî. Ez hizir dikem hem xelkê Amerîka û hevalbendên me ku min pê re axiftiye dixazin em vî karî temam bikin, û em welatek tenah teslîmî Afghaniyan bikeyn ku bikare seqamgîr be. Em dixazin wî karî biken bi hevkarî ku rêzgirtin be li qanûna afghanistanê û parastina wê. Lê em herwesa dixzîn piştrast bikin dest ji dozekê ber nedin ku me bi giranî sermayegozarî li ser kiriye.
Pirsyar: Hun hizir nakin ku hindek pişkên Gelê Afganistanê dê wê çendê wek piştêkirin bibînin?
Serok: Ez wesa hizir nakim. Anko, ji bîr neke em sebaret 10,000 serbazan di axivîn heta dawiya îsal, 23,000 serbazên din jî heta dawiya havîna bihêt, û me dê hêşta 68,000 serbazên Amerîka li wêderê hebin. Serbarî hemi serbzên ku hevlabendan li wêderê hene. Lewma dê hebûnek hebe, lê tiştê xuya dibe ew e ku Afganî roj bi rojê zêdetir berpirsyaretiyê werdigrin.
Pirsyar: Wek hun dizanin, aştbûn peyveke ku li Afganistanê tê bikar anîn. Hun bi çi avayî wê aştbûn mana dikin, û rola Amerîka di nav wê pirosê de çiye, û gelo ew piştgîriya danûstanan li gel layê kêm hindek pişkên Talibanan dike?
Serok: Tiştê me bi berdewamî daye zanîn ew e ku çareseriyek siyasî dê bikarit aştiyek hêjî li wê herêmê bi cî bike. Lê hêlên rêkeftineka siaysî girîngin, û em gelek zelal bûne li ser mercên xwe. Em dê Afganiyan dine bidin, û em bi xwe dê li gel her kesê baxivîn, lê ew dê neçar bin pêwendiyên xwe bi al-Qaide re bibrin, ew dê sozê biden ku pêgîrî destûra Afganistanê bin. Ew dibe tundûtûjiyê nehêlin wek rêkek bo berdest kirina deselata siyasî. Eger ew wan pêngavan rakin , wê demê ez hizir dikem egerek mezen heye cure rêkeftinek siyasî bê kirin ku li dawiyê piştî 30 salên şerî asûdebûnê bide xelkê Afghanistanê. Lê ewa girînge ku bizavên me yên leşkerî berdewam bin bo piştîvanî kirina wan pêngavan , bo hindê Talîban û yên din têbigehin ku em hêş dê di rewşekê de bîn fişarê bînin ser wan ku piştrast biken ew bêne ser mêzê danûstan kirinê bi wê meremê ku pêgîr bin bi destûran bingehî ya Afghanistanê.
Pirsiyar: Bi neçarî, demê kesek sebaret Afganistanê di axive, li dor Pakistanê jî di axive. Niha ku em dest dikin bi xwe vekêşanê ji Afganistaên, gelo berê sengî kirinê bo ser Pakistanê tê guhertin?
Serok: Ez hizir dikim li gor dîtina min du salan berî niha ew sengî kirin berev ser Pakistanê hatiye guhartin wek pişkek ji giriftek li hemen avaiyî. Ew herêma ser tixûbî, cihê ku tondrewan kontrola wê girtibûn dest, û bo al qaide penahgehek aram berdest dikir ku ji wêderê re êrîşan li nav Afganistanê, Pakistanê û seranserî cîhanê . lewma, me xwest hevkariyê li gel Pakistanê zêde bikin. Wek xoya, wê çendê ji kêşe çêkirine, lê li ser yêk, Pakistanê hevkarî kiriye li gel me di bizavên me yên zaniyarîyê de, bo lêdana armacên girîng di nav Pakistanê de. Em hizir dikeyn çi welatekê hindî Pakistanê ji destê terorîsmê azar nedîtiye. Lewma, ewa bi temamî di berjewendiya wan bi xwe de ye. Em bawir dikin Pakistanê rolek hijî û di cihê xwe de heye yarî bike wek pişkek piroseya aştvebûnê. Ez dizanim ku serok Karzaî di nav seredana xwe de bo Îslamabadê hevbîr bû ku Pakistan û Afghanistan, li gel Amerîka, diviya desteyekê ava biken bikarin gotûbêjê biken ka bi çi avayî em dikarin vê proseyê pêve bibin. Pakistanê ne tinê berpirsyaretîyek heye, ez hizir dikem wê berjewendiyek kûr heye di serederî kirina li gel terorîstan de ku hêşta li ser xaka wê ne.
Pirsyar: Lê gelek ruhn e ku pêwendiyên navbera Amerîka û Pakistanê sar bûne. Hun çawa pilan dikin wê pêwendiya zarardîtî li navbera Îslamabadê û Washingtonê de carek din baş bikin?
Serok: Ez hizir dikim bi derbzbûna demî ew pêwendî pitir zelalî û rastbêjî bi xwe ve girtine. Ewa jî hinke cudahiyan nîşan dide ku rast in. Wek xuya dibe, ew operasyona lêdana Osama bin Laden, kêşeyek zêdetir çêkir, lê min herdem bi zelalî gotiye Pakistanê eger her demê em Bin Laden peyda biken, em dê wî li ortê rakin. Em hizir dikin eger Pakistan wê wek gefe bo ser serveriya xwe dibînit ku ji tundrewan çêdibe, wê demê çi eger nine em nekarin pêkve kar biken bo piştrast kirina berjewendiya tenahiya Amerîka û Pakistanê û Afganistanê jî.
Pirsyar: Gelo hun hizir dikin ku Pakistanê rolek mezintir heye li dijberî terorîsmê yarî bike?
Serok: Ez hizir dikim Pakistanê herdem terorîsm wek girifta xelkek din dîtiye, yan darûdestekên Taliban wek amêrek bo bandore xwe li ser Afganistanê hisêb kiriye. Tiştê me gotiye Pakistanê ew e ku terorîsm ne bitene pitir ji her welatik din gefê li Pakistanê dike, ne bitenê ew pêwendiya wê li gel cîranên wê xirab dike, belku eger wan pêwendiyên rastexwe li gel hikûmeta Afganistanê hebin, çi eger nine Taliban wek amêrek karîgeriyê li wî welatî bibînin. Li cihê wê çendê, ew diviya hikûmeta Afganistanê wek hevpişkekê bibînin ku li gel vê kar bikin.
Pirsyar: Carek din vegerin ser Afganistanê, hun hizir dikin ku hevalbendên Ewropî dibe karek pitir biken, li ber ku, her wek hon dizanin, di nav du heftiyên bihurî de wezîrê berevaniyê Gates bi taybetî gelek bi gazinde bû li ser karê hevalbendên Ewropê û NATO encam didin. Gelo ew dikarin yan dibe karek pitir biken?
Serok: Ez hizir dikim ew qurbaniyên hevalbendên Ewropî li Afganistanê dane gelek berçavin. Eger hun berê xwe bidin hejmara serbazên Brîtaniya ku hatine kuştin, eger tu berê xwe bidey Ferensa, Îtalya, Holand hemiyan hejmarek serbazên wan hatine kuştin. Eger tu berê xwe bidey her yêk ji welatên Ewropaya navîn û rojhilat ku hijmarek hêz li wêderê hene, ew barek giran radiken bi hevber kirin li gel astê şiyana wan ya leşkerî. Em gelek heyrî mayne bi wî karê wan şiyaye encam biden. Niha, tiştê ez hizir dikem raste, ewe ku pirsyarên mezin hene serbaret hindê ku kîve diçîn li demekê de erkê NATO berfireh dibe û em hemî hest bi fişarek berçav ya bûdceya leşkerî diken. Ez hizir dikem wezîrê berevaniyê Gates kêmtir base pişikdariya Ewropa li Afghanistanê di axivit, ku gelek berçav bûye, lê pitir em hizrê li oparasyonên paşerojê û şiyana paşerojê dikin, ka Ewropa dê razî bit hevpişkek temam bit bo me di nav operasyonên NATO de.
Pirsyar: We basê bûdceya leşkerî kir, û ez piştrastim ku yêk ji nîgeraniyên we bo vekêşana hêzan, xerca wî şerî e. pirsyarek berfirehtir ewe ka heta kîve ev kêşeyên nih yên bûdceyê kar diken ser siyaseta derve ya ve, ka Amerîka dikare çi bike û çi neke?
Serok: Rastî ew e ku ew nîgeraniye li ser bingehê hisêbên bûdceyê nine. Ew li ser bingehê stiraticiyekê bi cîne ku min 18 mehan berî niha ragehand, min xast ku piştrast bê kirin em pêgîr bin bi wê, li ber ku min sozek da Gelê Amerêka ku hinartina srbazên pitir tine dê jibo 18- 24 mehan bit. Yêkem û herî zêde, ew ji wê hizirê çêbû ku tine rêk li ber me bo hindê Afghanistan li dirêj me=ideh de aram bit ewe, piştrst bikin Afganiyan şiyan hebin û em nikarin gondln wan biparêzîn û nobedariyê li şeqamên wan bidin. Li sawiyê xelkê Afghanistanê dibe wî karî bike. Tiştê ku bê goman raste, ewe Amerîka di warê dirawî de barek giran rakirye. Ne tine li ber şerê Afganistanê, belko li ber şerê Îraqê jî. Yêk ji basên xwe li gel xelkê Amerîka min kirî serbaret vekêşana serbazan ewe ku bi hêzbûne me, qaweta me , cara yêkim li di bi hêz bûna aborî û asûdeyîya me de ye. Em dibe baştir berhevdanê bikeyn kar çawan deselata xwe nîşan bideyn. Ewa stiraticiyek başe. Ewa başe bo ewlekariya me ya nîştimanî. Ew herwesa çêdibe ku baş be bo bûdceya me jî.