Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê got ku Tirkîye wê ji kirîna sîstema S-400 ya berevanîyê paşde venegere û ewê pêdaçûnê bikin ku bersîvdana toleyên Amerîkî bidin.
Cavusoglu got ku bersîvdana Tirkîyê wê piştî pêdaçûn û şêwirîna bi sektora berevanîyê û wezaretên derve û dadê dê zelal be.
Wî got ku toleyên Amerîkî wê nikaribin bandoreke xirab li ser wan çêkin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku kirîna çekên Rûsî ji hêla Tirkîyê ve, di navbera Washingtonê û Enqerê de ji mêjve bûye pirsgirêkeke mezin.
Washington dibêje ku S-400 gefan li ser firokên şerker yên F-35 û sîstemên berevanîyê yên NATO'yê dikin.
Tirkîyê vê yekê red dike û dibêje dê S-400 di nava sîstemên NATO'yê de neyên xebitandin.