Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hêvîdar E ku Nema Xûn li Sûrîyê Were Rijandin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Sêşemê got ku welatê wî bi hêvî ye ku aramî were Sûrîyê û nema xûn li welatî were rijandin.

Daxuyanîya Çavuşoglu rojeke piştî lihevkirina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya ser herêmeke tampon ya bêleşker dê li Îdlibê tê.

Putin dabû zanîn ku hemî çekên giran wê ji herêma beleşker werin kişandin û hêzên Rûsî û yên Tirk dê nobedarîya wê herêmê bikin.

Wî dîyar kiribû ku divê El Nusra û komên wek wê tundrê ji wê herêmê werin derxistin û ew herêm heta 15’ê Cotmehê têkeve jîyanê.

XS
SM
MD
LG