Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ger şerê Rûsya û Ukrayna bidome ewê ragihandina agirbestê dijwartir bibe.
Çavuşoglu da zanîn ku her ku şer dirêjtir dibe, kêşe hîn girantir dibe.
Wî dîyar kir ku jiber dîmenên komkujîyê yên ji Buça û Irpinê rewişa danûstandinên şandeyên Rûs û Ukraynî guherîye û got ku ew bi her du alîyan re danûstandinê dikin.
Çavuşoglu dîyar kir ku li Mariupolê leşkerên Ukraynî yên birîndar hene û da zanîn ku ger korîdoreke ewle vebe ewê bi gemîyan sîvîl û leşkerên birîndar ji wir derxin.
Wezîrê Derve da zanîn ku her du alî jî hevdu tawanbar dikin û wan ser korîdorê hîn ti encam bi dest nexistiye.
Çavuşoglu Dibêje Dirêjbûna Şerê Ukrayna Agirbestê Dijwatir Dike
