Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê dîyar ku lidarxistina cîvîneke sêqolî ya bi Swêd û Fînlandîya re bê wate ye.
Ev berteka Çavuşoglu li dû protestoyên li Swêdê yên dijî Tirkîyê tê û vekişîna Enqerê ji civîna sêqolî tê.
Çavuşoglu di preskonferansekê de dîyar kir ku niha ser endamtîya Swêd û Fînlandîya ya li NATO tiştekî cuda tune.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson piştî Tirkîye ji danûstandinan vekişîbû gotibû ku ew dixwazin danûstandinên bi Enqerê re bidomînin.
Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê.
Tirkîyê îdia kiribû ku Swêd û Fînlandîya bo terorîstan mazuvanîyê dikin û dijî endamtîya wan sekinîbû.
Di NATO de 30 endam hene û bo welatên nû werin qebûlkirin divê ew bi yekdengî werin pejirandin.
Jêder: Reuters
Çavuşoglu: Civîna Sêqolî ya bi Swêd û Fînlandîya Bê Wate Ye
