Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavusoglu: Tirkîye ji Helwesta Amerîka ya Ser Herêma Ewle Nerazî Ye


Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku ew ji peşnîyara nû ya Amerîka ya ser herema ewlê li Sûrîye nerazî ye.

Wezîre Dervê ye Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu got ku divê ser mijara herêma ewle reketinek çebe jiber ku edî sebra Enqere nemaye.

Çavuşoglu îro di preskonferansekê de li Enqerê got ku Amerîka û Tirkîye negiheştîne reketinekê ku firehîya herema ewle çiqas be û kî dê wê herêmê bipareze.

Wî herwiha got ku Washington di helwesta xwe ya ser avakirina herêma ewle de ne ji dil e, jiber ku dema Jefferey di Wezerata Derveye Tirkîye de cîvîya, karbidestên leşkerî ya Amerîkî ji bi YPGê re dicîvîn.

Çavuşoglu hîşyarî da Amerîka ku ser herema ewle li Bakûre Sûrîye lihevkirinek nebe û gefen ser Tirkîyê berdevam bin, Enqere wê operasyonekê leşkerî li diji rojhilata Çemê Firate pêk bîne.

XS
SM
MD
LG