Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Em Gotinên Trump Rast Nabînin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên derbarê berevanîyê Kurdên li Sûrîyê bertek nîşan da.

Çavuşoglu da zanîn ku ew gotinên Trump rast nabînin, ku ji Twitterê dîyar kiribû ku ger Tirkîye êrîşê Kurdên li Sûrîyê bike, ewê wî welatî bi awayekî aborî têk bibin.

‘’Em dizanin ku twîta dawî ya Trump ser sîyaseta navxweyî peyamek e. Hevkarên stratejîk, hevalbend di ser medya civakî re danûstandinê nakin. Divê em axaftina di nav xwe de bidomînin,’’ Çavuşoglu got.

Wî dîyar kir ku Trump du car bi rêka telefonê ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re gotiye ku ew dê ji Sûrîyê vekişin û kordînasyonê dixwazin.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de, bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, lê Tirkîye wan rêxistinên terorîst dihesibîne.

XS
SM
MD
LG