Wezîrê Derve yê Ukrayna Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku kuştina sîvîlên Ukrayna danûstandinên aştîyê dijwartir dike.
Çavuşoglu da zanîn ku ew li bendê ye hemtayên wî yên Rûs û Ukraynî pirtir danûstandinan bikin.
Wî berî civîna li NATO dîyar kir ku tifaqê hay ji daxwazên Ukrayna yên ser çekan heye û da zanîn ku hevbend dixwazin lezekê bidin şandina alîkarîyan.
Hêjayî bîrxistinê ye ku şandeyên Rûs û Ukrayna ji destpêka şer vir ve du caran li Tirkîyê kom bûn.