Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC Ser Cureyeke Nû ya Vîrusa Korona Lêkolînê Dike


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) ragihand ku ew ser cureyeke nû ya vîrusa korona lêkolînê dike.

CDC li ser X’ê, ku berê wek Twitter dihat zanin, dîyar kir ku navê cureya nû BA.2.86 e û heta niha li Amerîka, Danîmark û Îsraîlê hatiye dîtin.

‘’Agahîyên ser BA.2.86 berfirehtir dibin û şîretên CDC’ê yên ser xweparastina li hember COVID-19’ê wek berê ye’’

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî do Pêncşemê ji X’ê ragihand ku di BA.2.86 de pir guherîn çêbûne û dîyar kir ku ew cure di çavdêrîyê de ye.

WHO dîyar kir ku heta niha li dewletên cihê çend mînakên wê cureyê hatine tomar kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG