Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Li Amerîka Hejmara Heftane ya Pêketinên Korona Kêm Dibe


Rochelle Walensky
Rochelle Walensky

Seroka Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) Rochelle Walensky dîyar kir ku Amerîka vîrusa korona li dû xwe bihêle.

Walensky di preskonferansa li Qesira Sipî de da zanîn ku hejmara pêketinên û mirinên ji vîrusa korona ya hefteyeke dawî ji detpêka pandemîyê vir ve daketiye asta herî nizm.

Wê dîyar kir ku hejmar raber dikin ku ew di têkoşîna dijî vîrusa korona de pêşde çûne û got ku herkes dikare bi awayekî baldar geşbîn e.

Şîretvanê Qesira Sipî yê bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Andy Slavitt jî dîyar kir ku ji destpêka pandemîyê vir ve cara pêşî hejmara pêketinên vîrusa korona li temamê 50 eyaletên Amerîka daketiye.

Walensky got ku li Amerîka her roj 1,5 – 2 mîlyon kes vaksînan li xwe didin û dîyar kir ku piştî CDC bo kesên ji 12 salî mezintir destûra karanîna vaksîna Pfizer daye pirtir ji 600,000 ciwanan vaksîn li xwe dane.

Seroka CDC bi berdewamî da zanîn ku 60 ji sedê Amerîkîyên ji 18 salî mezintir bi kêmî ve dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe dane.

Rêberê Amerîka Joe Biden dîyar kiribû ku li gor plana wan ya nû dê heta 4’ê Tîrmehê, ku roja serxwebûna Amerîka ye, 70 ji sedê Amerîkîyan bi kêmî ve dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe din.

Rêjeya ku Walensky ragihandiye raber dike ku tîma Bidein bi hêsanî di wê planê de bi ser keve.

XS
SM
MD
LG