Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC jibo Pêla Çaran ya COVID-19 Hişyarî Dide Amerîkîyan


Dr. Walensky
Dr. Walensky

Karbidestên rêvebirîya Joe Biden îroja Duşemê ji Amerîkîyan daxwaz kirin ku bicîhanîna pîvanên bi armanca pêşîgirtina bo belavbûna COVID-19 bidomînin.

Berpirsa Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC), Dr. Rochelle Walensky, bang li karbidestên giştî û yên din kir bo pêşîgirtina pêla çara ya bûyerên pandemîyê, ser giringîya rewşê bisekinin.

Dr. Rochelle Walensky ragihand ku li Amerîka pêketinên COVID-19 roja Yekşemê ji 30 mîlyon bûyeran derbaz bûye.

Hevdem, wê got ku hejmera navînî ya bûyerên nû rojane ji 60.000 pêketinan hindiktir bû lê, niha li gor heft rojên berê ji % 10 zêde bûye.

Herwiha, rêjayên kesên li nexweşxaneyan û mirinan jî zêde bûne.

"Niha ez ditirsim," Walensky got.

Karbidest, vekirina aborîyên ji hêla eyaletan, sistkirina tedbîrên COVID -19 û zêdebûna rêwîtiyê wek sedemên bilindbûna hejmara bûyeran nîşan didin.

Walensky da zanîn ku rewşa pandemîya li Amerîka dişibi welatên Ewrupa, wek Almanya, Îtalya û Fransa, ku di bûyeran de bilinbûnek, tê dîtin.

" Îhtimala sekina me tune ye. Jibo saxlemîya welatê me, divê em niha bi hev re bixebitin da ku pêşî li pêla çara bigirên," Walensky got.

Serok Joe Biden di 100 rojên ewil yên seroktîya xwe de, soza vaksînkirina 100 mîlyon welatîyên Amerîkî dabû ku ew soza bicîh anî û niha pêyvajoya vakslêdanê ya li seranserê welêt zûtirîn dimeşe.

Lê, li hin heremên Amerîka hin welatî dev ji karanîna maskan dane û pîvanên qedexeyên din yên COVID-19 bicîh nakin.

Herwiha, gelek Amerîkî bo betlaneya biharê û jiber sedemên din pirtir dest bi rêwîtiyê kirine.

Karbidest pêşnîyar dikin ku rêwîtîya neyê kirin û dibêjin ku jibo rawestandina belavbûna cûreyên xeter yên vîrusê divê pîvanên mîna karanîna maskan û dûrahîya civakî werin bicîh kirin.




XS
SM
MD
LG