Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Karantîna Kesên ku Testa COVID-19 Negatîf E Dikare 7 Roj Be


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku jibo kesên ku testa wan ya COVID-19 negatîf derketiye, karantîna 14 rojî dikare 7 roj be.

CDC herwiha ragihand ku jibo kesên bê nîşandeyên vîrusa korona, karantîneke kintir ya 10 rojî dikare bibe alternatîfa karantîna standard ya 14 rojî.

CDC bi berdewamî got ku ew jibo pêketîyên COVID-19 hîn jî karantîna 14 rojî pêşnîyar dike jiber ku ew rêya herî baş ya kêm kirina belavbûna nexweşîyê ye.

CDC dîyar kir ku bi pêşkêkirina alternatîfên kurt, ew hêvî dike ku pirtir kes pêbendî bi tedbîrên pêşîgir bikin.

Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) pêşnîyar dike ku kesên ku bi korona ketine 14 roj di bin karantînê de bimînin.

XS
SM
MD
LG