Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC jibo 61 Welatan Pêşnîyarên Rêwîtîyê Hêsan Dike


Di pêyvajoya pandemîya COVID-19 de, dîmeneke ji balafirgeha Logan ya li Boston, Amerîka
Di pêyvajoya pandemîya COVID-19 de, dîmeneke ji balafirgeha Logan ya li Boston, Amerîka

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka îro Sêşemê di derbarê rêwîtiyên li welatên seren serê cîhanê pêşnîyarên xwe yên nû dîyar kir.

CDC'yê jibo kesên bi tevahî hatine vaksîn kirin tedbirên dijî 61 welatan sist kir û ji asta 4'an ya herî bilind, daxist asta 3'ya.

Nirxandinên nû yên CDC'yê roja Duşemê li ser malpera CDC hate ragihandin ku welatên mîna japonya, Fransa, Afrîkaya Başûr, Kanada, Meksîka, Rûsya, Îspanya û Îtalya jî di nava 61 welatên ku wek asta 3'ya hatine destnîşankirî de ne.

Karbidestekî Wezareta Karên Derve yê Amerîka got ku ewê wek wezaretê di demeke kurt de şêwirmendê xweya rêwîtîyê de nirxandinên nû yên CDC'yê bidin ber çavan û guherînan dîyar bikin.

Hejayê bîr xistinê ye ku Wezareta Karên Derve ya Amerîka, di 24'ê Gulanê de, dijî rêwîtîya Japonya bang kiribû.

Wezaretê ev pêşnîyara berîya Olîmpiyadên Tokyoyê ku ewê di 23'ê Tîrmehê de dest pê bike, jiber pêlek nû ya pêketênên vîrusa korona kiribû.

XS
SM
MD
LG