Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Hikûmeta Federalî bo Baştirkirina Kontrolkirina COVID-19 Wê 2.1 Mîlyar Dolar Xerc Bike


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîkî (CDC) îro Înê ragihand ku hikûmeta federalî jibo baştirkirina kontrolkirina enfesksîyonan wê 2.1 mîlyar dolaran xerc bike.

CDC dide zanîn ku armanca hikûmetê ew e ku li hindurê nexweşxane, navendên dîyalîzê û li xalên din yên saxlemîyê belavbûna nexweşî û enfeksîyonan werin sekinandin.

CDC dîyar dike ku dirava pêdivî wê ji paketa alîkarîya jibo COVID-19 were ku Serokê Amerîka Joe Biden berî çend mehan îmza kiribû.

CDC bi berdemawî got ku 500 mîlyon dolarên projeyê, wê jibo avakirina tîmeke taybet ya bersîvdanê û perwerdekirina endamên wê tîmê were xerc kirin ku lîkarîya kontrolkirina cîhên bi COVID -19 bike.

Dîrektora CDC Dr. Rochelle Walensky got ku ev dirav wê saxlemîya Amerîkîyan ewletir û kalîteya xizmetên saxlemîyê jî xurttir bike.

XS
SM
MD
LG