Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC Hişyarî Dide Amerîkîyan ku Roja Sipasdarîyê li Malê Pîroz Bikin


Navendên Amerîkî yên Kontrolkirina Nexweşîyan (CDC) îro bang li Amerîkîyan kir ku jiber belavbûna vîrusa korona hatin, çûma xwe kêm bikin.

CDC hişyarî da Amerîkîyan ku di vê dema behnvedana Roja Sipasdarîyê de seredana hevdu nekin.

Cara yekê ye ku sazîyeke fermî ya hikûmetê wiha rasterast hişyarî dide Amerîkîyan ku hember nexweşîya COVIS-19 hişyar bin û xwe biparêzin.

Seroka CDC Dr. Erin Sauber-Schatz bal kişand ku di nava hefteya borî de pirtir ji yek mîlyonî pêketinên nû yên korona çêbûne.

“Rêya herî ewle ya pîrozkirina Roja Spasdarîyê ew e ku li malê bimînin û bi kesên ku bi we re dijîn re vê rojê pîriz bikin,” Schatz got.

XS
SM
MD
LG