Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karsazekî Çeçen li Enqerê Hate Kuştin


Ajansa dewleta Tirkîyê dibêje, karsazekî Çeçen, di encama rêze kuştinkarîyan de, li Enqere ya paytaxta Tirkîyê hate kuştin.

Ajansa Anadolu radigihîne karsazê Tirk Medet Unlu ku bi eslê xwe Çeçen e, do Çarşemê li ofîsa xwe hate kuştin.

Ajansa Anadolu herwiha radigihîne ku Unlu alîkarî jibo penaberên Çeçen peyda dikir ku ji şerê li Çeçenistanê direvîn.

Ji sala 2008'an vir ve, herî kêm 6 Çeçen li Tirkîyê hatine kuştin ku 3 ji wan kuştinkarîyan li 2011'ê li Stenbolê qewimîbûn.

Heta niha kesên ku ew kuştinkarî kirine, nehatine desteser kirin. Lê, grubên Çeçen Rûsyayê yan jî Serokê Çeçenistanê yê piştgirê Moskowê Ramazan Kadirov bi kuştinkarîyan tawanbar dikin.

Çeçenistan herêmeke Rûsya ye ku piranîya şenîya wê Misliman û salên dirêj bi şerê navxweyî wêran bûye.
XS
SM
MD
LG