Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd di Salvegera 37'an ya Mirina Cegerxwîn de Wî bi Bîr Tînin


Rewşenbîrê Kurd yê navdar Cegerxwîn di salvegera koça wî ya 37an de li Qamişlo hate bibîranîn.

Îro li bajarê Qamişlo hejmarek ji nivîskar û helbestvanên Kurd bi bûneya salvegera Koça dawî ya seyîdayê Cegerxwîn Serdana gora wî kirin.

Derbarê vê bûneyê de Endamê Komîtîya Rêveberîya Yekîtîya Nivîskarê Kurd li Sûrîyê Ridwan Mihemed Ji Dengê Amrîka re got:

"Cegerxwîn ji bo kurdên Sûrîyê dibstaneke rewşenbîrîyê ye."

Her sal weke vê dîrokê 22 meha Oktoberê Nivîskar, rewşenbîr û sîyastmedarên Kurd mala Cegerxwîn ya ku li Taxa Xerbî li Qamişlo seredan dikin û li wê derê calkîyên hunerî , wêjeyî tên darxistin.

Helbestvan û Nivîskar Gulal Ksanî dibêje:

"Cegerxwîn bi helbest û ramnên xwe ji bo Kurdan şoreşek e "

Di nava mêvanên gora Cegerxwîn vê salê hevalên wî jî amade bûn.

rewşenbîrê Kurd Birahîm Silêman ku hevalê Cegerxwîn bû dibêje :

"Cegerxwîn kesayeteke azad bû bi bîr û bawirî bû tirsa ji desthilatdarîyê di dilê wî de tunebû wî ramnên azadîyê li pêşxist dinava kurdan de. "

Nivîskar û Helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn Roja 22yê Oktoberê sala 1984an li Stocholmê Paytexta Swêd, koça dawîyê kir û hat veguehstin bajarê Qamişlo li hewşa mala xwe li Taxa Xerbî hate sipartin axê.

Seydayê Cegerxwîn ku jîyana xwe di nava wêje û sîyasetê de derbas kir ji bo Kurdan berhemeke dewlemed hiştîye.

Berhemên wî jî ev in (8 dîwanên helbestê, 11 pirtûkên dîrok û ferhengek, Herweha nêzîkî 29 pirtûkên wî yên cûrbicûr hene.

Ji ber rola wî girîng û xwyayî Seydayê Cegerxwîn di wêjeya kurdî de Ew wek mamosteyê wêjeya Kurdî di nava Kurdan de hatiye binavkirin.

ZO_10_22_2021_Cegerxwîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG