Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Amerîkî Serdana Herêma Kurdistanê Kir


Cîgirê Serokê Amerîkî Serdana Herêma Kurdistanê Kir

Piştî serdanek du rojî bo Bexda ya paytexta Îraqê, Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden roja Pêncçembî çû Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê.

Li balafirhega Hewlêrê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ûserokwezîrê hikûmeta Herêmê Berhem Salih û çend ji karbidestên hikûmetê pêrgînî li Cêgirê Serokê Amerîka Joe Biden û şanda digel kir.

Di kombûnekê de behsa têkeliyên navbera Amerîka, Îraqê û Herêma Kurdistanê hate kirin. Rêberan herwiha gotûbêj li ser pirsa vekêşana hêzên Amerîkî li Îraqê kirin.

Biden li serdana xwe bo Bexda bi Serokê Îraqê Celal Talabanî û Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malîkî re kom bû.

Peyamnêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Omer Ferhadî ji Hewlêrê raportek hinartiye û bo guhdarîkirina raportê lînka 'Guhdarî Kirin' li rexê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG