Îro Roja Cejina Zimanê Kurd ye. Her sal 15'ê Gulanê li seranser cîhanê wek Roja Cejina Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de ev roj weke roja Cejina Zimanê Kurdî pejirand jiber ku Kovara Hawarê di 15'ê Gulana sala 1932'an de, bi alfabeya Latinî ya Kurdî hatibû weşandin.
Kurd jibo girîngîdana zimanê xwe yê dayikê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejina Zimanê Kurdî pîroz dikin û gelek bername û çalakîyên cihêrengî li dar dixin.
Em jî Roja Zimanê Kurdî li we gîşkan pîroz dikin û ji 1992'an vir ve, bi serbilindî weşana xwe ya ji Kurdî ya ji Washingtona paytexta Amerîka didomînin.