Êzîdîyên Efrînê li derbiderîyê eyda Xidir Îlyas anku cejna Bêxwînê pîroz kirin. Jibo vê cejnê xwarina bi navê bêxwîn hate çêkirin ku ji gelek cureyên teneyan pêk tê û taybet e bi vê cejnê. Ev cejn di nava Kurdên Êzîdî yên herêma Çîyayê Kurmênc de wek Eyda Mirazan jî tê zanîn.