Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdîyên Efrînê Dûr Warê Xwe Cejna Êzî Pîroz Kirin


Cejna Êzî
Cejna Êzî

Êzîdîyên herêma Efrînê ku li penageha Şehba hatine koçber kirin, cejina Êzî anku Cejna Rojîyê pîroz kirin.

Derbara pîrozkirina cejna îsal, Hevserokê Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Mustefa Şan Nebo diyar kir ku jiber rewşa zehmet ya deverê û metirsîya vîrûsa korona, pîrozbahî û merasîmên cejnê bi awayekî teng bi rêve çûn.

“Her sal me fitareke komî amade dikir û dicivî, lê jiber belavbûna korona îsal ew pêk nehat. Dîsa jî me merasîmên olî û taybetmendîyên pîroz yên cejnê bi awayekî sembolîk pêk anîn”.

Bawermendên Êzîdî piştî sê rojan ji rojîgirtinê cejna Êzî di Înîya yekê ya meha Berfanbarê li gor salnameya Rojhilatî pîroz dikin.

Wan di şeva cejnê de serdana goristana cangorîyan ya li gundê Ehrezê kirin û mom li ber vêxistin, hêvî û nîyazên xwe xwestin.

Bawermenda Êzîdî Fatime Elî wiha niyazên xwe anên ziman: “Omîda me sala werî em vegerin Efrînê, serdana mezelên mirîyên xwe bikin, nîyaza me ji Xwedê sala werî em li cîwarê xwe bin û xêrata belav bikin”.

Êzîdîyên ku ji gund û mezargehên xwe dûr ketine, ev 3 salin bi xemgînî cejnên xwe yên olî derbaz dikin, ku binpêkirin û zêdegavîyên ji alîyê komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve li Efrînê tên kirin, êş xistiye dilê wan.

Hevseroka Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê Sûad Hiso jî dîyar kir ku ew ne li ser axa xwe ne. “Miletê me li hindurê Efrînê di bin givaştin û binpêkirinan de ne. Tiştê tê serê Êzîdîyan êşeke mezin e, ew nikanin bi resmên xwe yên olî rabin, îro her du gundên Basûfan û Beyê dorpêçkirî ne,” Hiso got.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li herêma Efrînê 22 gundên Êzîdîyan hene. Di çaxa Rêvebirîya Xweser de wan weke pêkhateyeke olî bi serbestî cejnên xwe pîroz dikirin û ola Êzîdî bi fermi dihate nasîn.

Lê piştî destdanîna Tirkîyê û komên çekdar ser herêmê, piranîya Êzîdîyan neçarî koçberîyê bûne û yên mane rojane rûbirûyê fişar û zêdegavîyan in.

NR_Cejna_Êzî_Efrîn_18_12_2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG