Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ezîdîyên Efrînê Cejna Êzî Pîroz Dikin


Îro roja Înê Cejna Êzî ye. Kurdên ji ola Êzîdî li Kantona Efrînê vê rojê bi şabûnê pîroz dikin.

Mustefa Şan Nebo, rêvebirê Yekîtîya Êzîdîyan li Efrînê, wiha qala kok û wateya wê cejnê dike.

Mustafa Şan Nebo
Mustafa Şan Nebo

"Ola Êzîdî girêdayî xweza ye. Di vê dema salê de roj kin dibe û şev dirêj dibe, loma 3 rojan di nava 3 hefteyên pê hev de jibo Şêşemis, Xwedanê xwe û Êzî, rojî tê girtin. Roja çaran dikin cejn".

Şan reqs û merasîmên cejnê bi berfirehî dîyar dike, şert û mercê rojîgirtinê, herwiha roja cejnê bi çi şêweyî tê pîroz kirin, şîrove dike.

"3 rojan rojî tê girtin. Ji şifaqê ta roj diçe ava, xwarin û vexwarinê disekinin. Rojîgirtina Êzî li hemî Êzîdîyên ji 18 salî girtir ferz e, lê rojîgirtina Şêşemis û Xwedanan dilxwestî ye".

Nebo dide zanîn ku roja dawî ji rojîgirtinê, her malbatek li gor derfeta xwe qurbanek şerjê dike û mêvan vedixwînin. “Siba pêre, anku roja cejnê nimêj û niyazên olî tên kirin û gel serdana gorên mirîyên xwe dike.”

"Em cejnê li gîş Kurd û Kurdistanê, bi taybetî li civata Êzîdî pîroz dikin. Em bi hêvî ne ev cejin bibe helkefta aştî û azadîya Şengalê," Nebo di dawîya axaftina xwe de dibêje.

NR_12_15_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:21 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG