Di xûla yekê ya hilbijartinên serokatiya Çek de, Miloş Zeman li hember 8 kandîdên din yên serokatiyê serkeftin bidest xit.
Miloş Zeman serokê Komara Çek, di gera yekê ya hlibijaertinan de rêjeya 39.80 % ya dengan bidest xistin, piştî ku 90.3% ji encamên hilbijartina hatîn vavartin.
Jiří Drahoş/ Yêrjî Drahoş, kandîdê akademî yê 68 salî ku, hevbendê cîhana Rojava ye, di asta duyan de hat piştî 26.02% ya dengan bidest xistîn.
Herdu kesên piraniya dengan qezenc kirîn, Miloş Zeman û Jiří Drahoş di gera duyan de li rojên 26 û 27 Çile dê kevin di hevirkiyê de bo qezenc kirina serokatiya welatê Çek.
Kandînên din ku, 7 kesên din hebûn, nikarî bûn di gera yekê de dengan qezenc bikin, jiber wê yekê di gera duyan de herdu kandîdên serkeftî dê kevin di hevirkiyê de.