Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Sunnî li Bakurê Bexdayê Êrîşî Karkerên Sunnî Kir


Karbidestên Îraqî dibêjin, çekdaran 4 cotkarên Şîa kuştin ku li baxçeyeke bakurê Bexdayê kar dikirin.

Karbidestên polîsan ragihand ku çekdaran roja Duşemê bi du otomobîlan êrîşî karkeran kir ku li nav baxçeya darên xurma kar dikirin, li gundê Reşîdîye ya bi piranî Sunnî ye.

Karbidestekî nexweşxaneyê ragihand, di êrîşê de her wiha 4 kesên din jî birîndar bûn.

Hemî karbidestên ku daxuyanî dan, navên xwe eşkere nekirin.

Xirabkarên Sunnî gelek caran êrîş dibin ser sîvîlên Şîa û hêzên ewlekarîyê yên dilsozî hikûmeta bi rêbertîya Şîayan.

Çekdarên Sunnî hewil didin ku desthilata hikûmetê bihejînin, kiryarên tolhildanî pêk bînin û şerê mezhebî destpê bikin.

XS
SM
MD
LG