Breaking News

Talabanî bo Çareserîya Pirsgirêka Kurdî Hewilan Dide

Talabanî bo Çareserîya Pirsgirêka Kurdî Hewilan Dide
Talabanî bo Çareserîya Pirsgirêka Kurdî Hewilan Dide

Serokomarê Iraqê Celal Tabalanî, jibo beşdarî Zîrveya Teşkîlata Hevkarîya Aborî (EÎT) ya 23 kanûnê bibe, hat Stenbolê. Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, di çarçoveya serdana xwe ya du rojî de, pêşî bi Serokomarê Tirkîyeyê Abdullah Gul re li Koşka Tarabyayê, dû re jî li Ofîsa Serokwezaretê ya Stenbolê bi Serokwezîrê Tirkîyeyê R. Tayyîp Erdoğan re hatin ba hev. Tê zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Ahmet Davutoglu û Alîkarê Serokwezîr Omer Çelik jî beşdarê kombûna bi serokwezîr re bûn. Herdû kombûn jî çapamenîyê re girtî dewam kirin.

Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, di heman rojê de bi Hevserokên Kongeray Civaka Demokratîj KCD’ Ahmed Turk, Aysel Tuğluk û bi parlamenterê BDP Sirri Sakik re jî hevdîtinekî pêk anîn. Hevserokê KCD Ahmed Turk, di derbarê hevdîtinê de daxuyanîyekî da. Ahmed Turk got “Dostê me yê hêja, Mam Celal” jibo pêkhatina aştîya li Tirkîyeyê bixwe rol û mîsyoneke girîng e û me dît ku jibo pirsgirêka Kurd bi rîya aşitî bê çareserkirin hewl dide.

Hevserokê DTK got; “Hevdîtina me ya îro di derbarê ‘em ê bikaribin derîyê aşitîyê çawa bibînin, jibo pêşketina vê pêvajoya em dikarin çi bikin’ de bû. Birêz Telebanî bi rastî jî dîyar kir ku tiştên ku ji destên wî were jibo aşitîyê ew ê hewl bide.

Di 18-19 Kanûnê de ji alîyê KCD ve, li Dîyarbekirê, li ser projeya “Xweserîya Demokratîk’ komxebatekî hatibû lidarxistin. Di encamê komxebatê de du zimanî û xweserîya Kurdan hatibû gotûbêjkirin. Piştî vê komxebatê di çapamenîya Tirkîyeyê û diqadên sîyasetê de gelek nîqaş hatin destpêkirin. Hevserokê DTK Ahmet Turk li ser van nîqaşan weha axivî “ Em dixwazin vê bêjin; komxebata KCD’ê tenê danûstandina hiziran bû. Gelo em çi ji Xweserîya Demokratîk fam dikin, mm dikarin jibo wê çi bikin, divê çawa be? Xebatek wiha ye, Herwiha me derbarê mînakên li cîhanê de jî nîqaşan kir, me vana gotûbêj kir. Lê hinekan wisa nîşan dan ku biryara xweserîyê hatîye girtin. Jixwe, piranîya kesên beşdarî civînê bûn rewşembîr, akademîsyen, sîyasetmedar û zanyar bûn. Ji vir jî dîyar dibe ku me xwest em hizirên wana bigirin, me xwest bizanin ka em dikarin di vî warî de çibikin.

Ahmet Turk li ser nîqaşan rexneyan jî kir û got ;“ Ew kesên digotin bila çek rawestin, em ê duda gotûbêj bikin, niha jî dijîi van gotinan helwest nîşan didin. Xebata me ya Xweserîya Demokratîk, mafê me Kurdan ê, em dest jê bernadin. Em vê projeyê wek heskirina gelan dinirxînin. Dema ku em li Cîhanê dinêrin, dibînin ku li gelek welatan mînakên xweserîyê hene. Eger pêvajoya aşitîyê yên Katalonya û Bask yên Spanya û Skoçya, Îrlanda Welatê Gallê yên Îngîlîstanê destpênekira, wê îro van dewletan di vê rewşê de bûna?”

Hevserokê KCD’ê Turk got; “Êdî 20 milyon Kurdên li Tirkîyeyê, di cîhana me ya hemdem de, jîyanek bê zimanê xwe qebûl nakin. Divê ev yek baş bê zanîn. Hevserokê DTK got ew îro Tirkîyeyeke hemdem ya ku gelê wê bikaribin lê hev himbêz bikin dixwazin. Herwiha projeya Xweserîya Demokratîk ewe tişt e ku derfeta Tirkîyeyeka ku Kurd, derdorên cûda û hemû bawerî bikarin bi awayek azad têde bijîn, dide. Sîyasetmedarê Kurd dîyar kir ku ger empatî neyê avakirin tu serkeftinî dê bi dest nekevin û got ku di mijara daxwazên gel de ewê tawîz nedin, wekhevîyê biparêzin.”

Hêjayê gotinêye ku Serdozgerîya Dîyarbekirê, di derbarê KCD de, li ser komxebata Xweserîya Demokatîk, lêpirsîn da destpêkirin.

Jibo guhdarî kirina raporta Peyamhinêra Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li Amedê Xecîcan Farqîn, li lînka “Gudarî Kirin” a jêrîn klîk bikin.



XS
SM
MD
LG