Aborîzan Çeleng Omer dibêje ku di nava çend salên borî de aborîya herêma Efrînê bi awayekî balkêş geş bû û gelê herêmê di rewşeke rind de dijîya.
"Piştî destdanîna Tirkîyê û komên tundrê ser Efrînê, 3 mîlyar dolar zarar giheştiye aborîya herêmê û rewşa şên ya jîyanê têk çû," Omer dibêje.
Omer bi bîr dixe ku berhemanîna çandinî û pîşesazî û liva bazirganî li herêma Çîyayê Kurmênc zêde bû, lê destdanîna Tirkîyê ya ser herêmê, dawî li vê yekê anî.
***