Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemal Xelîl: Huner Dikare Me Bi Cîhanê Bide Naskirin


Huner dikare bibe zimanê gelekî bê ziman û mafçewisandî yan na? Gelê Kurd bi hemû şêweyan di jiyaneke tirjîdîk derbas dibe, lê belê bi hin şêweyan ev tirajîdî tê wergerandin bi awayekî ciwan û hunerî, li ser destê huneremend û behremendên kurd li seranserî cîhanê.

Yek ji wan hunermendan, hunermend Cemal Xelîl e, ji Kurdên Sûriyê ye û ji binemalek siyasî û welatperwer e. Bi hunera xwe xwe û kêşeya kurdî tîne ziman û hezdike vê kêşeyê rengîn û ciwan bike.

Hunermendê şêwekar Cemal Xelîl di sala 1961'ê de li gundê Tenûriyê ya bi ser Qamişlo ve ye ji dayik bûye.

Piştî qedandina xwendina xwe ya amadeyî ye li Sûriyê, wî berê xwe da Elmaniya ji bo berdewamiya xwendina xwe.

Piştî bidawîkirina xwendina xwe di beşê Elekronîk de, berê xwe da wênegiriyê li bajarê Munester.

Di sala 1986'an de pêşangeha xwe ya yekem kir.

Pêwendiyên wî bi hunerê re ji zaroktî destpê kiribû, û li Elmaniya bi awayekî zanistî xendina şêweyên hunersaziyê kir.

Ji sala 2000'an ve , bi awayekî berçav ket warê şêwekariyê û beşdarî pêşangehan bû.

Cemal bi kêşeya gelê kurd ve girêdayî ye, ji ber koka malbata xwe, û di hunera xwe de jî ew vê peyamê zelal dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:56 0:00

XS
SM
MD
LG