Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrîyê 12 Xalên NY Dipejirîne


Nasr el- Harîrî û Staffan de Mistura li Cenev'ê
Nasr el- Harîrî û Staffan de Mistura li Cenev'ê

Reuters'ê do ragihand ku rikeberîya Sûrîyê, 12 xalên ku Neteweyên Yekbûyî (NY), di encama hevdîtinên ku 8 roj ajot de amade kir jibo demeke kin pejirand.

Yek ji rêberên şandeya opozîzyonê Nasr el-Harîrî da zanîn ku navbeynkarê NY'ê Steffan de Mistura, 12 xal li ser bingeha hevdîtinên par çêkirine.

Harîrî got ku hevdîtinên Cenev'ê bêyî encameke zelal bi dest keve bi dawî bûne, lê cara yeke mijarên sîyasî bi berfirehî hatine axaftin.

Rêberê şandeya hikûmeta Sûrîyê, Beşar el-Caferî, derbarê hevdîtinan û 12 xalên NY de hîn ti şirove nekiriye.

XS
SM
MD
LG