Danûstandinên Cenevre 3 ku di navbera opozî
syon û rejîma Esad nêzîk dibe, lê heta niha amadebûna Kurdan ne dîyar e.
Têkîlî di navbera her du alîyên sîyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatine birîn û alozîyeke kûr heye. ENKS û TEV-DEM her yek li gorî nerîna xwe hazirîyên xwe dikin.
ENKS di kongreya Riyadê de di nav Itlafê de ye û 3 endamên wê di nav Desteya Guftugoyan de ne. Li alîyê din TEV-DEM û Rêvebirîya Xweser di nav Encûmana Sûrî ya Demokratîk de ne û ta niha amadebûna wan ne dîyar e.
Şêwirmendê hevserokatîya PYD Sîhanok Dîbo, Sekreterê Yekîtî Îbrahîm Biro û rojnamevan Hisên Zêdo li ser vê mijarê nirxandinên balkêş dikin.