Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê li Cenevrê Civîn Çêdibin


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura, li Cenevrê bo amadekarîya qanûna bingehîn ya Sûrîyê mazubanîya civînekê dike.

Ofîsa De Mistura ragihand ku karbidestên payabilind yên Tirkîye, Rûsya û Îranê bo civînê hatine vexwendin.

Di roja pêşî ya civînê de hevdîtinên dualî hatin kirin, roja Sêşemê dê civînên giştî pêk werin.

Ofîsa De Mistura dîyar kir ku ew dixwaze bi karbidestên hikûmeta Sûrîyê û nûnerên rikeberîyê re cihê rûne.

Armanca van hevdîtinan avakirina komîsyona amadekar ya qanûna bingehîn ya nû ya Sûrîyê ye.

Serokê Sûrîyê Beşar Esad bo komîsyonê 50 kes pêşnîyaz kirine.

Piştî hevdîtinên Cenevrê, De Mistura dê bi karbidestên Brîtanya, Fransa, Almanya û Erebîstana Saudî û Amerîka re jî danûstandinan bike. Li ber e ku ew danûstandin hefteya pêş pêk werin.

XS
SM
MD
LG