Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Me Dest Bi Êrîşên li ser Îranê Kir

CENTCOM êrîşên dike ser armancên Îranê
CENTCOM êrîşên dike ser armancên Îranê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îro Sêşemê demjimêr 12:00’ê nîvro bi dema Rojhilatê Amerîkayê(ET), hêzên wan dest bi lêdana armancên Supaya Pasdarên Îranê kirine.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê eşkere kir ku ev êrîş piştî wan hewldanên Pasdarên Îranê hatin, yên ku vê dawîyê li Tengava Hormuzê êrîşî keştîyên bazirganî û li herêmê jî êrîşî leşkerên Amerîkayê kiribûn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh roja Duşemê got ku piştî êrîşên Îranê yên li ser hêzên Amerîkayê, bersiva wan dê tund be.

Serok Trump herwiha dîsa hişyarî da rêberên Îranê û diyar kir ku ewê destûrê nedin ku Îran ziyanê bide berjewendîyên Amerîkayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG