Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Dorpêça li ser Îranê Bihêz Berdewam Dike

Firoka Artêşa Amerîkayê ji curê  A-10 Thunderbolt II l iavên herêmî yên Rojhilata Navîn.
Firoka Artêşa Amerîkayê ji curê A-10 Thunderbolt II l iavên herêmî yên Rojhilata Navîn.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê, îro Înê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi tundî berdewam dike.

CENTCOM'ê li ser platforma Xê diyar kir ku hêzên wan di amadebaşîyê de ne da ku ti keştî nikaribe nêzîkî peravên Îranê bibe.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku ev dorpêç ji Deryaya Erebî ve berdewam dike. Wan da zanîn ku heta 14'ê Tebaxê, rê li ber derbasbûna 62 keştîyan girtine, 3 keştî ji kar xistine û ketine nav 2 keştîyan jî daku piştrast bibin ku dorpêç bi tevahî tê pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Amerîkayê ragihand ku dorpêça li ser Îranê dê berdewam bike heta ku Îran şertên ji bo wê hatine danîn qebûl bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG