Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Me Rêberekî DAIŞ'ê Kuşt

CENTCOM Syria
CENTCOM Syria

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku di 19'ê Hezîranê de hêzên wan li bakurê rojavayê Sûrîyê êrîşek pêk anîn û di encamê de rêberekî payebilind ê DAIŞ'ê hat kuştin.

Fermandarîya Navendî li ser platorma X'ê ragihand ku di vê êrîşê de Elî Husên El I'lêwî hat kuştin.

CENTCOM got ku “ev êrîş beşek ji xebatên berdewam ên Amerîkayê ye, daku rê li ber terorîstên ku dixwazin êrîşî Amerîkîyên li derve an jî axa Amerîkayê bikin bigre û wan ji nav bibe.”

Fermandarê CENTCOM'ê Admiral Brad Cooper got: "CENTCOM û hevalbendên me ji bo tunekirina endamên DAIŞ'ê yên ku mane her pabend in, daku em bi tevahî wan ji nav bibin. Em ê berevanîya axa Amerîkayê, leşkerên xwe û hevalbendên xwe yên li herêmê berdewam bikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG