Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM 250 Salîya Serxwebûna Amerîkayê li Milyonan Leşkeran Pîroz Dike

Firoka Artêşa Amerîkayê ji curê A-10 Thunderbolt II
Firoka Artêşa Amerîkayê ji curê A-10 Thunderbolt II

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di salvegera 250emîn a Serxwebûna Amerîkayê de rêzgirtin ji milyonan leşkerên ku li navendên CENTCOM'ê xizmet kirine pêşkeş kir.

CENTCOM'ê di peyama xwe ya pîrozbahîyê ku di platforma X'ê de weşand, got: "Di bîranîna 250 salîya damezrandina Amerîkayê de, rêzgirtinek taybet ji hemû wan kesan re heye ku bi rûmet cilê leşkerî li xwe kirin û ji bo parastina azadî û ewlehîya welêt xizmet kirine."

CENTCOM got ku ji destpêka damezrandina Amerîkayê ve, baştirîn kur û keçên welêt bi fedakarî di hêzên artêşa Amerîkayê de xizmet kirine, di heman demê de malbatên wan jî bi piştgirî û qurbanî beşdarî vê erkê bûne.

Di vê roja taybet de, CENTCOM got ku rêz li milyonan leşkeran hate girtin ku ji bo derveyî welêt hatin şandin û xizmetyê dikin, ji bo parastina azadîyê kar kirin û bi serbilindî li navçeya fermandarîya CENTCOM'ê xizmet kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG