Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM'ê Dest bi Êrîşên Berevanîyê yên Dijî Îranê Kir

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku wan dest bi êrîşên berevanîyê kirine li dijî gelek armancên Îranê.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got ku wê, “Îro demjimêr 5:15ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê bi fermana Fermandarê Giştî dest bi êrîşên xweparastinê yên zêdetir li dijî gelek armancên Îranê kiriye.”

“Ev êrîş bersiva êrîşên nerewa û berdewam ên Îranê ne,” CENTCOM’ê got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê gotibû ku dê Amerîka "bi hêz" êrîşî Îranê bike eger peymaneke aştîyê pêk neyê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG