Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), Brad Cooper, ragihand ku rejîma Îranê êrîş biriye ser 12 welatên herêma Rojhilata Navîn.
Cooper îro Înê di daxuyanîyekê de got: "Rejîma terorîst ya Îranê êrîşî 12 welatên cuda kiriye û bi mebest sivîlan li seranserê Rojhilata Navîn dike armanc."
Fermandarê leşkerî yê Amerîkayî diyar kir: "Şevê din, hêzên Îranî heft êrîşên bi dronan bir ser taxên sivîlan li Behreynê. Ev nayê qebûlkirin û dê bê bersiv nemîne. Em bi berdewamî ligel hevparên herêmî kar bidin da ku serederîyê ligel metirsîya ser xelkên bêguneh li seranserê herêmê bikin."
Duxyanîya Cooper di demekê de tê ku operasyonên Amerîka û Îsraîlê di roja heftn de li dijî rejîma Îranê berdewam dikin. Îran jî êrîşên bi mûşekên balîstîk û dronan welatên seranserê herêmê di nav de, Herêma Kurdistanê, dike armanc.