Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper got ku rejîma Îranê tenê 10% ji dronên xwe mane.
Cooper îro Pêncşemê ji komîteyek Senatoyê re got ku hêzên Amerîkî êdî alavên buha ji bo xistina dronên Îranî bikar nayînin.
Depoya sîstemên çekên buha yên Amerîkî, di nav de sîstemên berevanîya mûşekan ên pêşketî, di dema şerê ligel rejîma Îranê de li nav civaka Amerîkî mijareke nakokbar bû. Lê Cooper dibêje ku artêşa Amerîkî niha amûrên erzan bikar tîne û êdî hewceyî çekan nîne.
Fermandarê CENTCOM'ê got ku şiyana rejîma Îranê ya gefxwarina li cîranên xwe û berjewendîyên Amerîkî li herêmê bi awayekî berçav kêm bûye.
Cooper got: "Gefên Îranê bi awayekî berçav kêm bûne û ew nema dikare gefeyan hevkarên me yên herêmî an Amerîkayê bixwe, wekî ku berê dikarîbû."
Ev cara yekê ye ji destpêka şerê Îranê ve ku fermandarê leşkerî li ber Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoyê amade dibe.