Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku raportên dibêjin hêzên deryayî yên Amerîkî ji nû ve destpê kirine ku ligel keştîyên bazirganî di Tengava Hormuzê re derbas dibin ne rast in.
CENTCOM'ê îro Sêşemê li ser platforma X'ê got ku "Projeya Azadîyê ji nû ve destpê nekiriye. Hêzên Amerîkî niha ligel keştîyên bazirganî derbasî Tengava Hormuzê nabin."
Operasyona "Projeya Azadîyê" di destpêka Gulanê de ji alîyê Amerîkayê ve hat ragihandin, lê li ser daxwaza Pakistanê ji bo danûstandinên aştîyê yên ligel rejîma Îranê hat ragirtin.
Ji alîyekî din ve, CENTCOM'ê îro Sêşemê ragihand ku heta niha hêzên Amerîka rêka 108 keştîyên bazirganî li derdora benderên Îranê guhertine. Ev yek jî beşek e ji dorpêça Amerîkayê li ser keştîyên ku hewl didin derbasî benderên Îranê bibin an jê derbikevin.