Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Hêzên Amerîkî di Tengava Hormuzê de Rê li 29 Keştîyan Girtîye

A view of Iranian-flagged cargo ship Touska as USS Spruance (DDG 111) conduts its interception in a location given as the north Arabian Sea
A view of Iranian-flagged cargo ship Touska as USS Spruance (DDG 111) conduts its interception in a location given as the north Arabian Sea

Fermandarîya navendî ya Amerîkî (CENTCOM) roja Çarşemê ragihand ku Hêzên Amerîkî rê nedaye 29 keştîyan ku di tengava Hormuzê re derbas bibin.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Wekî beşek ji dorpêça Amerîkî ya dijî Îranê, Hêzên Amerîkî 29 keştî araste kirine ku berê xwe biguherin an jî vegerin benderê.”

Wê anî ziman ku “Di 24 demjimêrên borî de, raportên medyayî îdî’a kirine ku çend keştîyên bazirganî ji dorpêçê derbas bûne, û M/V Hero II, M/V Hedy, û M/V Dorena jî wekû mînak hatine nîşandan. Ev raport ne rast in.”

“Hero II û Hedy wekî beşek ji istola ku bi mîlyonan bermîlên petrolê dibirin bazarê, ji dorpêçê derbas nebûn. Ya rast, tankerên bi ala Îranê niha li bendera Şahbihar a Îranî rawestîyane, piştî ku di destpêka vê hefteyê de ji hêla hêzên Amerîkî ve hatin desteserkirin,” CENTCOMÊ got.

Wê her wiha got, “Dorena, piştî ku berê hewl da dorpêçê binpê bike, niha li Oqyanosa Hindî di bin çavdêrîya keştîyeke wêranker a Hêzên Deryayî yên Amerîkî de ye.”

Fermandarîya Amerîkî dibêje, “Artêşa Amerîkî xwedî gihîştineke gerdûnî ye. Hêzên Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn û derveyî wê operasyonan dikin û dorpêçê bicîh tînin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG