Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Me 70 Keştî Neçar Kirin ku Rêya Xwe Biguherînin

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM'ê îro Yekşemê di posteke li ser tora X'ê de ragihand ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya dorpêça deryayî ya dijî Îranê de, heta niha rêya 70 keştîyên bazirganîyê li Deryaya Erebî guherandine.

CENTCOM'ê herwiha ragihand ku hêzên Amerîkayê sê keştî ji kar êxistine û du keştiyên din rawestandine û pişkinîn kirine, da ku piştrast bikin ku ew li gorî rênimayên hatine danîn tevdigerin û pabend in.

CENTCOM'ê di posta xwe de, ligel wêneya leşkerekî Amerîkî li ser keştîya USS John Finn, nivîsiye ku ev hejmar û amarên ragihandin ji dema ku dorpêç ji bo cara duyemîn dest pê kirî heta 23'ê Tebaxê ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG