Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê CENTCOM’ê Serdana Tengava Hormuzê Kir

Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper
Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di daxuyanîyekê de got ku Fermandarê wê di 25’ê Cotmehê de serdana Tengava Hormuzê kir. Ev serdan di demekê de pêk hat ku hêzên Amerîkayê gihîştine qonaxeke girîng: ji havînê ve, wan alîkarîya hevkarên xwe yên li Kendavê kirine da ku zêdetirî 1,5 milyar bermîl petrola xav hinarde bikin.

Fermandar Brad Cooper, dema ku bi helîkoptera CH-47 Chinook a artêşa Amerîkayê li ser vê rêya avî ya navneteweyî difiriya, rewşa heyî ji nêz ve şopand. Di şeş mehên borî de, bi piştgirîya hêzên CENTCOM’ê, zêdetirî 3,000 keştîyên bazirganî bi serkeftî ji Tengava Hormuzê derbas bûn.

Cooper got: "Em berdewam in ku mil bi mil ligel hevkarên xwe yên li Kendavê û sektora deryavanî û barkêşîyê bisekinin. Ev serdan pabendbûna me ya xurt a ji bo parastina azadîya derbasbûnê li Tengava Hormuzê nîşan dide."

Di mehên dawî de, piştî ku hêzên Amerîkî bi serkeftî rêyên deryayî yên navneteweyî yên di tengavê de ji mayînên deryayî yên ku ji alîyê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) ve hatibûn danîn paqij kirin, pêvajoyeke erênî û çalak berdewam kir.

Di dema serdanê de, Cooper bi leşkerên Amerîkayê re hevdîtin kir ku di operasyona paqijkirina mayînan de cih girtibûn. Wî ji ber fedakarî û pabendbûna wan a berdewam spasîya wan kir.

Cooper got: "Îro, bi saya hewldanên mezin ên leşkerên me, rêyên sereke yên derbasbûnê li Tengava Hormuzê ji mayînên deryayî yên Îranê paqij û vekirî ne. Em bi awayekî xurt balê dikişînin ser berdewamîya herikîna bazirganîya deryayî; di vê çarçoveyê de em bi hevkarên xwe yên di nav sazîyên Amerîkayê, Encûmena Hevkarîya Kendavê û sektora deryavanî û barkêşîyê re dixebitin."

Di mehên dawî de, tevî êrîşkarî û tevgerên bêbingeh ên Artêşa Pasdaran (IRGC), zêdetirî 95% ji keştiyên ku di Tengava Hormuzê re derbas bûne, bi awayekî ewle rêwîtiya xwe temam kirine. Ev yek bi zelalî nîşan dide ku DYA û hevkarên wê yên herêmî kontrola vê rêya avî ya navneteweyî di destê xwe de digirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG