Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Zêdetirî 20 Keştîyên Şer Yên Amerîkayê Kontrola Rojhilata Navîn Dikin

IRAN-CRISIS/SHIPPING
IRAN-CRISIS/SHIPPING

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku zêdetirî 20 keştîyên şer ên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn kontrola deryayê dikin ji bo ku ewlekarî û aramîya herêmê biparêzin.

CENTCOM'ê li ser platforma Xê ragihand ku meha borî, keştîyên şer û balafirên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di ser Deryaya Erebî re derbas bûn.

Daxuyanîya CENTCOMê piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna NATO'yê de got ku dibe ku Amerîka careke din Tengava Hurmizê dorbêç bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG