Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku nûçeyên derbarê êrîşeke Amerîkî li ser devereke sivîlan li Îranê ne rast in.
Berdevkê CENTCOM’ê Tim Hawkins di daxuyanîyekê de roja Sêşemê got ku “çend dezgehên medyayê ragihand ku hêzên Amerîkî li 28’ê Sibatê li holeke werzişê û devereke rûniştvanan li bajarê Lamerd ê Îranê dane. Piştî pêdaçûna raportan, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê piştrast kiriye ku ew tawanbarî ne rast in.”
Hawkins herwiha got hêzên Amerîkayê qet ti êrîş li nav bajarê Lamerdê yan çi deverekê heta 30 mîlan li derdora wê nekiriye.
Berdevkê CENTCOM’ê da zanîn ku vîdyoyên li ser medyaya civakî belav bûne ne yên mûşekên Amerîkî ne, lê belê nîşan didin ku ew yên mûşekeke krûz a Îranê ya Hoveyzeh in.
Hawkins got ku Amerîka sivîlan nake armanc, lê rejîma Îranê êrîşî cihên sivîlan dike û heta niha bêtirî 300 carî êrîşên wisa li welatên herêmê pêk anîne.