Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admîral Brad Cooper ragihand ku "hêzên Amerîkî piştî ku bi serkeftî arasteya 42'emîn keştîya bazirganî ya ku hewl dida dorpêçê binpê bike guherand."
Cooper di daxuyanîyekê de roja Çarşemê got ku "Ev gaveke girînge ku hat bidestxistin. Ev nîşana xebata berbiçav a kur û keçên Amerîkî yên leşker in, ku dikarin pêşî li bazirganîya deryayî bigirin û nehêlin keştî bikevin benderên Îranê yan jî jê derkevin."
Daxuyanî balê dikişîne ser ziyanên heta niha dorpêça Amerîkayê gihandine Îranê. Tenê di sektora petrolê de, daxuyanî dibêje ku niha 41 tankerên petrolê hene ku 69 milyon bermîl petrol tê de ne ku rejîma Îranê nikare bifiroşe.
CENTCOM texmîn dike ku ziyanên Îranê yên ji keştîyên petrola rawestandî zêdetirî 6 milyar dolar e ku rêbertîya Îranê nikare sûdê jê werbigire.
CENTCOM herwiha tekezî li ser bandora dorpêçê kir û got: "Dorpêç pir bi bandor e û hêzên Amerîkî pabendîyeke tevahî û domdar a sepandina wê heye."
CENTCOM di posteke cûda de li ser platforma X'ê dîmenên çalakî û tevgera leşkerî ya hêzên Amerîkî li avên deryayî weşand.
"Zêdetirî du hefte ne, hêzên Amerîkî bi serkeftî dorpêç bicih anîne, û bazirganîya Îranê û aborîya wê ya ji bo derve qut kirine," artêşa Amerîkî got.