Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Amerîkayê Cara Yekê Dronên Corsair Dijî Îranê Bikar Anîn

Dîmenek piştî êrîşên CENTCOM’ê yên ser armancên leşkerî yên Îranê
Dîmenek piştî êrîşên CENTCOM’ê yên ser armancên leşkerî yên Îranê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Duşemê ragihand ku wan keştîyên dronan bikar anîne da ku li navendekî avakirina keştî û keştîyên binavî ya Îranê bixin.

CENTCOM’ê ev agahî li ser hesaba xwe yê X’ê ragihand û karanîna botên bi dronan wek cara yekê bi nav kir.

"Sê botên dronî yên modela Corsair li bendera Bingeha Deryayî ya Bender Ebbas xist, ku ev cara yekê ye ku hêzên Amerîkî di operasyonên şer de dronên deryayî bikar tînin," CENTCOM’ê got.

Fermandarîyê tevî daxuyanîyê vîdyoyekî êrîşa bi dronên deryayî jî parve kir: tê de botên dronan yên nêzîkî dokekê dibûn k û li ser wan dronên Corsair hebûn, nîşan dide. Di heman vîdyoyê de piştre jî dîmenên teqîna roja Yekşemê tê nîşandan.

Dronên Corsair di destpêka Hezîranê de ji bo rizgarkirina du firokvanên artêşa Amerîka ji avên li beravên Ûmanê hatibûn karanîn, firokvanên ku piştî helîkoptera wan ya Apache ji alîyê droneke Îranî ve hatibû xistin,


This item is part of
XS
SM
MD
LG