Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Şemîyê ragihand ku wê dest bi pêleke din êrîşên dijî Îranê kiriye.
CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Îro demjimêr 6ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê hêzên Amerîkî bi fermana Fermandarê Giştî dest bi êrîşên nû yên esmanî li dijî Îranê kir.
“Ev êrîş dibin ji bo têkbirina şîyana Îranê ya gefxwarina li keştîyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê de û cezakirina bilez a hêzên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ku doh bi şev li Urdunê êrîşî leşkerên Amerîkî kirin,” CENTCOM’ê got.
CENTCOM’ê demekê berê îro ragihandibû ku"di 17'ê Tîrmehê de, du leşkerên Amerîkî li Urdunê di dema kar de hatin kuştin gava ku wan li gel hêzên hevpar berevanî li dijî êrîşên dron û mûşekên balistî yên Îranê dikir."