Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Amerîka Dest bi Pêleke Din a Êrîşên Dijî Îranê Kir

Balafireke leşkerî ya Amerîkî ber bi cihekî ve difire, di demekê de ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê dibêje ew êrîşî Îranê dike.
Balafireke leşkerî ya Amerîkî ber bi cihekî ve difire, di demekê de ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê dibêje ew êrîşî Îranê dike.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku wê dest bi pêleke din a êrîşên dijî Îranê kiriye.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Îro demjimrê 5:30ê êvarê bi dema rojhilatê Amerîkayê, hêzên Amerîkî bi fermana Fermanfdarê Giştî, dest bi êrîşên zêdetir li dijî armancên leşkerî yên Îranê kir.”

“Ev erk dê berdewam bike da ku şîyana Îranê ya gefxwarina li deryavanên sivîl û keştîyên bazirganî yên ku di avên herêmî re derbas dibin, bêtir têk biobe,” CENTCOM’ê got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump demekê berê îro Çarşemê ragihandibû ku ji niha û pê ve, her carê ku rejîma Îranê li Tengava Hormuzê êrîşî keştîyekê bike, çi bi mûşek, dron yan bi her çekekî din be, Amerîka dê wek bersiv pirekê yan bingeheke elektrîkê ya Îranê “bombe bike û hilweşîne.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Çarşemê got ku Amerîka hîn jî amade ye ji bo bidawîkirina krîza Îranê danûstandinan bike, lê Tehran li ser danûstandinan ne rijd e.

Ev roja 12an e li pey hev ku artêşa Amerîka êrîşan dibe ser Îranê wek bersiv ji êrîşên Îranê re li ser keştîyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê de û her wiha êrîşên Îranê yên dijî welatên herêmê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG