Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja Sêşemê ragihand ku heta niha hêzên wê 130 keşt'yên bazirganî yên ku dixwestin bikevin benderên Îranê an jî ji wan derkevin, neçar kirine ku rêya xwe biguherînin. Ev yek di çarçoveya sepandina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê de hatiye kirin.
CENTCOM'ê di daxuyan'yekê de ku li ser platforma X'ê belav kir, ragihand ku sepandina vê dorpêçê ji 14'ê Tîrmehê ve, bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji nû ve dest pê kiriye.
CENTCOM'ê her wiha da zanîn ku hêzên Amerîkayê sê keştîyên ku guh nedane fermanan ji kar xistine. Di 12 hefteyên borî de jî 13 keştîyên bazirganî hatine wêrankirin. Li gorî CENTCOM'ê, wan keştîyan dorpêç binpê dikir an jî beşek ji “tora veşartî ya bi milyaran dolarî ya Supaya Pasdaran a Îranê” bûn.
Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper got ku artêşa Amerîkayê bi “baldarîya tam” berdewam dike vê erkê pêk bîne. Wî her wiha got ku hêzên Amerîkayê dê li dijî her keştîyekê ku hewl bide dorpêçê bişkîne, “bilez tevbigere.”
CENTCOM'ê her wiha bang li keştîvanan kir ku dema li Deyaya Umanê û rêyên ber bi Tengava Hormuzê ve derbas dibin, daxuyanîyên deryavanî bişopînin û bi rêya kanala 16 a ragihandina deryayî bi hêzên deryayî yên Amerîkayê re têkilîyan daynin.