Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Êrîşên Dijî Îranê Didomîne, Amerîka ji bo Îraqê Hişyarîya Rewîtîyê Dide

Dîmenek ji êrîşên li ser Îranê, yên CENTCOM'ê
Dîmenek ji êrîşên li ser Îranê, yên CENTCOM'ê

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îro Pencşemê, di demjimêr 2’yan de piştî nîvro bi dema rojhilatê Amerîka de, dest bi pêleke nû ya êrîşên li dijî Îranê kirine, da ku şiyanên leşkerî yên Îranê hîn zêdetir qels bikin.

CENTCOM’ê ev daxuyanî li ser platforma X’ê parve kir.

Bi jinûve destpêkirina alozî û şerê di navbera Amerîka û Îranê de, CENTCOM bi daxuyaniyên asayî de derbarê êrîşên artêşa Amerîkayê de, agahiyan radigihîne.

Ji alîyê din ve, Balyozxaneya Amerîka ya li Îraqê îro Pêncşemê ji bo welatîyên Amerîkî asta ewlekarîya li Îraqê derxist asta 4’an ku bi ti rengîya rewîtîya ji bo Îraqê pêşnîyar nake.

“Ji welatîyên Amerîkî re wiha tê şîret kirin: Ji ber terorîzm, revandin, şerê çekdarî, nearamîya sivîl û kanîna sînorkirî ya hikûmeta Amerîkî ya peydakirina xizmetên awarte jibo welatîyên Amerîkî yên li Îraqê, neçin Iraqê. Jibo ti sedemekê neçin Îraqê,” balyozxaneyê li ser X’ê got.

Balyozxaneyê da zanîn ku ev hişyarî ya ewlehîyê hatiye ragihandin, piştî êrîşên dronî yên roja Çarşemê bi piştgirîya Îranê li ser Hewlêrê ahtine kirin.

Di hişyarîyê de, herwiha ji welatîyên Amerîkî hat xwestin ku berîya ku ew biçin balafirgehan, medya medya herêmî û ragihandînên fermî bişopînin.

“Ger hûn derketina ji Îraqê plan dikin, berîya çûyîna ku balafirgehê rewşa rewîtîya xwe bi kompanîya firînê re kontrol bikin, ji ber ku bernameyên firînan dikarin bêyî ti agahdarîyek wein guhertin,” balyozxaneyê destnîşan kir.

Balyozxaneyê herwiha ji bo bikaranîna welatiyên Amerîkayê çend daxuyanîyên yên têkildar parve kirin.

Herwiha Balyozxaneya Amerîka destnîşan kir ku tevî ku fermana derketinê ya mecbûrî ji bo hin karmendan hê jî didome jî, ew xizmetên xwe yên li Îraqê didomîne.

“Hevdîtên ji bo xizmetên welatîyên Amerîkî dikarin li Balyozxaneya Amerîka yên li Bexdayê têne pêşkeş kirin,” balyozxaneyê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG