Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji egera ketina firokeke sotemenîyê li Rojavayê Îraqê, çar endamên taximê firokê jiyana xwe ji dest dan.
CENTCOM di daxuyanîyekê de li ser X'ê da zanîn ku “Dora demjmêr 2ê piştî nîvro roja 12'ê Adarê, ketina firoka cureyê U.S. KC-135 hate piştrastkirin.”
CENTCOM herwiha got: “ Ji dest dana firokê ne ji egera kiryareke dijminan an bi şaştî bû” û tekez kir ku vekolîn li ser bûyerê tê kirin.
Leşkerîya Amerîkayê nasnameya leşkerên bûne qurbanî heta 24 demjimêran, piştî agahdarkirina malbatên wan, nayê eşkerekirin.
Firoka U.S. KC-135 ji bo tijîkirina sotemîyê bo firokên şer ên hêzên asmanî tên bikaranîn.